Rêxistina Daişê hewil dide ku kurdan bi ser xwe ve bîne

داعش الاكراد الرقة عين عيسى تل ابيض سوريا

Exclusive

Rêxistina Daişê ragihand ku ewê xoleke olwerî bi zimanê kurdî  li bajarê Reqeyê veke, ango ev cara yekê ye ku zimanê kurdî di wan korsan de dê were bikaranîn, wek tê zanîn ku vê rêxistinê li ser hemî kesên ku tevlî korsên wan dibûn, zimanê erebî disepand , herweha rêxistina Daişê soz da ku xelat û fêrnameyan li kesên serkeftî belav bike da ku destxweşiya kurdan bike û tevlî nava rêzên wê bibin.

Ev xola olweriyê bi awayekî taybet arasteyî kurdên ku li deverên kontirola wê dimînin, tê kirin ango di heman demê de, hêzên hevbeş ên ku ji YPGê û hin hêzên din pêktê, opêresiyoneke leşkerî ragihandine û li ser bereyên şer li rojhilat û rojavayê bajarê Tilefebyedê( Girê sipî) belav dibin  da ku bajêr ji destên rêxistina Daişê rizgar bikin  û heya niha   hin rûberên fereh ji gundewarê bakur kontirolkirine.

Di şerê ku li bajarê Kobaniyê diqewimî de, rêxistina Daişê dida xuya kirin ku komek ji şervanên  krud di nav rêzên wê de hene , tevî ku ew kurdan bi gelemperî weke murted û kafiran wesif dike.

Nûçegihanê malpera ( Reqa bi bêdengî tê serjêkirin) ji welatiyekî kurd bi navê Xalêd pirsî , ewî weha bersiv da û got:” rêxistin dibîne ku kurd kafir in û  her kesekî kurd bi  endamtiya  partiyan tewanbar dike, herweha  rêxistinê bi sedan ji ciwanên kurd girtine û heya niha beşekî mezin  ji wan hîn di zîndanên rêxistinê de ne û bi ser de jî  ew mal û milkên kurdan li Reqeyê, desteser dike, û bi tewana alîkirina firqeya 17an şerê xwe biriye ser taxên bakurî bajêr ên ku kurd lê dijîn, tevî ku ew tax ji aliyê tang û sekvanên wê firqeyê ve dihatin armanckirin û pişt re malên wan taxan li ser destên rêxistina Daişê hatin talankirin”.

Xalêd berdewam dike û dibêje:” li vê dawiyê rêxistina Daişê gelek gundên kurdan li gundewarê bakurî reqeyê hilweşandin û şewitandin tevî ku ti peywendî di navbera wan gundan û partiyên ku şerê wê dikin de, nîne, lê wek xuya dike rêxistina Daişê dixwaze tola xwe ji wan gundan vede û bihêle ku ew dest ji gundên xwe berdin û penaber bibin, ango gundê” Sebii Cefar”  yek ji wan gundan e.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku rêxistina Daişê, malbatên kurd ên ku di dema şerê kobaniyê de koçberî bajarê Eyn îsê bûbûn, nahêle ku ew ji bajêr derkevin û ew xistin bin kontirolê, û piştî dawîbûna şerê kobaniyê, rêxistina Daişê ew malbat  li gel malbatên ku berê li bajarê Eyn îsê dijiyan, neçareyî penaberiyê kirin û li şûna wan şervanên xwe di xaniyên wan de bicîkirin.

Wek tê xuyakirin, siyaseta rêxistina Daişê ya ku li ser talankirina kurdên Reqê ava dibe ne rewşeke taybet e , lê hîn gelek rewşên mînak hene  û herwisa  li dijî hemî pêkhateyên civakê yên nijadî û olî li parêzgehê, ew siyaset tê meşandin, ango wê rêxistinê gelek hemle(cerde) ajotine ser fileh, Ermen û mirûdên rêkên sofî jî.

 Wergerandin: Bahoz Xelîl